AMED- Weke ku tê zanîn di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” wê di 13’ê Cotmehê de li Amedê Mîtînga Azadiyê bê lidarxistin.
Li ser vê bingehê Ciwanên Welatparêz bi rêya belavokên ku li gelek nuqteyên Amedê belav kirin, bal kişandin ser komploya 9’ê Cotmehê ya Navneteweyî ku di şexsê Rêber APO de li dijî hemû gelên azadîxwaz pêk hatiye û banga tevlîbûna mîtîngê li gelê Kurd û ciwanên Kurd ku di 13’ê Cotmehê de bê lidarxistin, kirin.
Di belavokê de ev tişt hatin gotin:
Di ser 9’ê Cotmeha 1998’an re ku di encama komploya ku di encama hevkariya navneteweyî de pêk hat, Rêber APO ji Sûriyeyê hate derxistin 26 sal derbas bûn. Ev komplo ne tenê li dijî gelê Kurd, di heman demê de li dijî têkoşîna azadiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn, hêviya çareserî û aştiyeke bi rûmet e. Ev komplo bi pêvajoyeke ku aktorên navneteweyî DYA û NATO bi awayekî aktîf cih girtin û hevkarî kirin, hat plankirin. Armanca vê komployê pêşîlêgirtina bilindkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û pêşengiya şoreşgerên cîhanê bû ku hêviya cîhanê bû.
Gelê Kurd 26 sal berevajî armancên xwe, bi gotina “Em jiyanek bê Rêber Apo qabûl nakin”, fikrên wî xwendin û şopandin, li ser şopa wî û bi şêwaza wî têkoşîna azadiyê mezin kirin. Îro gelê Kurd û ciwanên welatparêz ji bo azadiya fîzîkî ya afirînerê têkoşîna azadiyê Rêber APO têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê berxwedana Rêber APO ya ku 26 sal in li dijî pergala tecrîd, qirkirin û îşkenceya Îmraliyê bênavber li ber xwe dide, bi serketinê tacîdar bikin. Hemû komplo û êrîşên ku li ser Rêber Apo û gelê Kurd pêk tên wê li dîwarê berxwedanê bixin û hilweşînin. Em bang li hemû ciwanên welatparêz dikin ku Rêber APO hembêz bikin û ji bo azadiya fizîkî her deqe û saetekê têbikoşin.