RIHA– Endamên Meclîsên Ciwanên Partiya DEM’ê YA Rihayê banga tevlîbûna Mîtînga Azadiyê ya ku wê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bê lidarxistin, kirin.
Li navçeya Hewag a Rihayê ciwan pankartekî ku “Em Komployê Şermezar dikin. Em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bicivin.” hatibû nivîsandin, daliqandin.
Ciwanan der barê çalakiya ku li dar xistin de ev daxuyanî dan:
“Gelê hêja û welatparêz, weke ku tê zanîn Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan ev zêdetirî 25 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û ev 5 sal in bênavber di nava tekoşînê de ye. Em dizanin ku ev tecrîd di şexsê Rêber APO de li ser hemû gelan tê meşandin. Banga me ji hemû gelê me yê welatparêz re ye; Werin em bi hev re tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin. 13’ê Cotmehê saet 1’an em li Qada Îstasyonê ya Amedê bên cem hev.”