NAVENDA NÛÇEYAN – Weke Ajansa Nûçe Ciwan em bûn mêvanê mala Jiyan Abdullah a ku ji bo şermezarkirina dîlgirtina Rêber APO ev 26 sal in ji mala xwe derneketiye.
Nurettin Demirtaş di nivîsa xwe ya bi navê “Hasekeli Kadının İnancı” de ku çendek berê nivîsandibû de, wiha qala Jiyan Abdullah a ku 26 sal in ji mala xwe derneketiye kiribû: “Jina zane a ji Hesekê sala 1999’an û vir ve ji mala xwe dernakeve. Xwezî me navê wî bizaniya. Ji bo ku her tim şert û mercên Îmraliyê hîs bike, wek girtiyekî di mala xwe de dijî. Bêyî ku biçe cihekê û kes pê bizanibe çalakiya xwe pêk tîne. Ev ne tenê çalakiyek e, ev bawerî, îbadet û şêwazek jiyanê ye.”
Dema ku em nêzî 26’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê dibin, ji bo mîkrofona xwe dirêjî Jiyan Abdullah bikin em ber bi Hesekê ve ketin rê. Dema ku em dikevin malê, dixwaze me li oda xwe mêvandar bike. Bi heyecan derî vedike; Em şaş dimînin. Ji ber ku ode ji serî heta binî bi Rêber APO dagirtî ye û navekî wê jî heye: Odeya Rêbertî.
Wêneyên Rêbertî, alayên Partiyê û wêneyên şehîdan ên mezin û biçûk bi baldarî hatine rêzkirin. Em rûdinên û çay dide me. Piştî sohbetek kurt, em dixwazin di odeyê de hin guhertinan bikin da ku ji bo hevpeyvînê guncan be, ew aciz dibe û dibêje “Ez oda xwe naguherim, wusa bikşînin” Em bi bêçare dibêjin ‘temam’. Beriya ku dest bi axaftinê bike, bi deqeyan li wêneyê Rêbertî yê li ser dîwêr dinêre û em qet mudaxale nakin. Paşê berê xwe dide kamerayê û dest pê dike.
Pêşî wiha xwe dide nasîn: “Navê min Jiyan Abdullah e. Ez di sala 1978 an de, sala damezrandina partiyê de hatime dinyayê. Me weke malbat di sala 1988’an de Partî û Rêber APO nas kir.” Behsa wêneya Rêbertî dike ku bavê wê di zarokatiya wê de dayê. Bandora bername, nûçe û bîranînên gerîla û şehîdan ku piştî weşana Med TV’yê lê temaşe kiriye, mîna ku di wê kêliyê de tê jiyankirin vedibêje. Dema behsa komploya li dijî Rêber APO dike, çavên wê tije hêsir dibe û dibêje:
“Komplo bi armanca tinekirina Rêber APO di sala 1996’an de dest pê kir, lê bi tedbîrên Rêbertî nekarî bigihêje armanca xwe. Piştre di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi hevkariya dehan dewletan dest bi zextan kirin ku Rêber APO ji Sûriyeyê were derxistin. Rêber APO bi daxwaza aşitiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk berê xwe da Ewropayê. Dewletên navnetewî bi xiyanetê ve bersiv dane daxwaza Rêber APO. Di 15’ê Sibata 1999’an de bi hevkariya zêdetirî 30 dewletan ku hemû dewletên NATO’yê jî di nav de ne, Rêber APO hate girtin.
Ew rojana baş têne bîra min. Atmosfereke bê aram û bi lanet hebû. Mîna ku hemû dinya sar bûbû. Dema gotin ‘APO hatiye girtin’ min soz da xwe: Heta Rêber APO azad nebe ez ji vê malê dernakevim. Ji wê rojê û pê ve min xwe di vê malê de, heta di vê odê de girt. Heta ku Rêber APO di zindanê de be ez ê vê çalakiyê bidomînim.”
Piştî van gotinan dîsa li wêneyê Rêber APO dinêre.
Jiyan, ne bêhêvî ye. Dema li wêneyan dinêre bawerî û hêvî ji çavên wê diherikin. Me di hindirê xwe de digot ku “Gelo tu carî xwe bêhêvî hîs nekiriye, qet negotiye: 26 sal derbas bûn, çima ez dernakevim?” Dema ku wiha difikirî, li kamerayê vedigere:
“Gotin ‘Azadiya Rêber APO azadiya me ye’ ne vala tê gotin. Ger em ji dil û can ji vê bawer bin, divê em têkoşîna xwe di vê astê de mezin bikin. Nêzîkî 4 sal in tu xeber ji Rêber APO nayê. Der barê rewş û tenduristiya Rêber APO de tiştek nayê zanîn. Ev min ditirsîne.
Divê armanca me ne tenê bidawîkirina tecrîdê be. Divê armanc fîzîkî azadkirina Rêber APO û bi Wî re azad jiyankirin be. Di vê xalê de divê barê herî giran jî ciwan hilgirin. Divê em li dijî komploya navneteweyî têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku êdî em nikarin dîlgirtina Rêberê xwe tehemûl bikin. Azadiya Rojê wê bi têkoşîna ciwanan pêk were. Divê ciwan vê ji bîr nekin.”
Bi berfirehî rastiya komployê vedibêje. Ji gotinên Rêbertî mînakan dide. Li ser çawaniya pûçkirina komployê nirxand û di dawiya axaftina xwe de komploya navneteweyî û hevkarên wê lanet kir û got:
“Tevî van hemû rastiyan, ez tu carî hêviya xwe winda nakim. Ger hezkirina Rêber APO di dilê we de hebe, bêhêvîtî ne mimkûn e. Di dilê min de baweriyeke pir serhişk û mezin heye. Ev bawerî, baweriya dîtina Rêbertî li welatekî azad e. Ez ê heta dawiya jiyana xwe bi vê bawerî û hêviyê bijîm. Rêhevaltiya Rêber APO her tim vê hêvî û baweriyê geş dike.”