HESEKÊ- Jinên Ciwanên Hesekê broşûra ”Pergala Îmraliyê” xwendin. 20 endamên Kargeha Lavîn îro kombûn û bi hev re broşura li ser “pergala Îmraliyê û Tecrîdê” xwendin. Ji bo 26’êmîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê jinên ciwan dixwazin li ser her derê rastiya Komplo didin nasîn.
Ev grupên xwendinê di çarçoveya hemleya ”Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî” dewam dikin.
Jinên ciwanên Hesekê bi vî xebatê ku lidarxistine dan diyar kirin ku “Taybet di bin kijan şert û meran de Rêber APO berxwedaniya xwe ya bêhempa dewam dike lazime were zanîn. Bi kurahî pergala Îmraliyê femkirin giringe, ji bo em karîbin têkoşîna xwe li gorî vê xurttir bikin.”
Di broşurê de bi awahiyekê berfireh dîroka girava Îmraliyê, şewazên tecrîdkirina pêşengên civakê di dîrokê de û rewşa Rêber APO ku niha tê de dijî tê vekirin. Ev broşur ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Öcalan hatiye hazirkirin.