PARÎS – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û bi beşdariya komîsyona Malbatên Şehîdan bernameyekî girseyî ya bîranînê hate lidarxistin. Ciwanan di şexsê Şehîd Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn, Sara Tolhildan, Rûken Zelal, Arîn Mîrkan de ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin.
Li ser navê Meclîsa Gel a Grîgny Fesîh Varto axivî û bal kişand ser wate û girîngiya fedakariyê ya di tevgera PKK’ê de û destnîşan kir ku divê em bibin layîqê rêhevalên ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirine.
Piştre li ser navê malbatên şehîdan Celîl Kerboran axaftinek kir. Di axaftina xwe de got, “Yên ku şoreşa Kurdistanê bi can û xwîna xwe gihandine û di vê rêyê de çalakiyên fedaî pêk anîne, fermandarên nemir ên vî gelî ne.”
Celîl Kerboran anî ziman ku ev zêdetirî 43 meh in ji Rêber APO agahî nayên bihîstin û got, “Em soz didin ku em ê li gorî pîvanên welatparêziyê yên Rêber APO û şehîdên me yên ku ev têkoşîn afirandin û me ronî kirin, tev bigerin.”
Endamê TCŞ’ê û xizmê şehîd Rojhat Zîlan, Şervan Wan axaftinek kir. Bi bîranîna şehîd Rojhat Zîlan ve dest bi axaftina xwe kir.
Şervan Wan: “Wek ku Rojhat Zîlan got, li erdnîgariya ku lê mezin bûye, dema ku keviran li hev dixist, bêhna barûtê dihat û bi rastî jî bêhna barûtê di nav axa me de bû.” Her wiha diyar kir ku şehîd Rojhat Zîlan bi dilsoziya xwe tevlî nava refên partiyê bûye û got, “Tolhildana vê zilmê ancax bi tevlîbûna refên gerîla dikare were hildan.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku ji bo şehîdên Tabûra Nemiran Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn, Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal hatibû amadekirin hate temaşekirin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.