REQA –TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li Kantona Reqayê bi amadebûna hejmarek ji xelkê deverê li Baxçeya Tişrîn li bakurê bajêrê sînevîzyonek li dar xist.
Çalakî bi deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana pakrewanan hate destpêkirin. Piştre hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Reqayê Letîfe El-Hesen axifî, û bixêrhatina endamanên beşdarbûne, kir.
Her wiha, El-Hesen behsa komploya navneteweyî, tecrîd û cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber APO hatine sepandin, kir.
Piştre, sînevîzyonek li ser rastiya komploya navneteweyî ya ku li ser Rêber APO hatiye kirin, hate pêşkêşkirin.
Çalakî bi banga bilindkirina têkoşîn û xebatên ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dawî bû.