MEXMÛR – Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê di çarçoveya têkoşîna li dijî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêber APO, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve rêzeçalakî hatin desptêkirin. Wê ev rêzeçalakî sê rojan bidome, di van rêzeçalakiyan de wê sînevîzyon, semîner û daxuyanî werin dayîn.
Îşev jî saet 20:00 roja duyemîn a rêze çalakiyê bi semînara Hevserokatiya dîwana meclîsa gel a demokratîk Nûdem Yaman derbarê têkoşîna li dijî 26emîne sala komploya 9’ê Cotmehê bi dawî bû.
Bernameya çalakiyê li Navenda Tevgera Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Rêze çalakî bi semînara derbarê nizîkatiya me li dijî komploya 9’ê Cotmehê roja xwe ya duyemîn li pey xwe hişt.
Her wiha piştî semînar qedya, di dawiyê de dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.