NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya ku li pêşiya Gara Nice dest pê kir, li Qada Azadiyê bi dawî bû. Ciwanan bi ala PKK’ê û flamayên bi wêneyên Rêber APO, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di meşê de danezanên derbarê pergala qirkirina Îmraliyê ya 26 salî û têkoşîna Rêber APO de hatin xwendin û broşurên destan li gel hatin belavkirin.
Erhan Malazgirt li ser navê ciwanan axivî û got: “Heta ku tecrîda li ser Rêber APO tê meşandin neyê şikandin, wek ciwanên Kurd ên li Ewropayê em ê tim û tim li qadan bin. Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêber APO e.”
Malazgirt her wiha bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Hemû mafên navneteweyî binpê dike û gelan ji malên wan dike. Her wiha tevî ku mafê wî nîne jî xalên kontrolê ava dike. Divê gelê Başûr rabe ser pêyan û li dijî van kiryaran helwesta xwe nîşan bide.”
Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Fransî “Azadî ji Rêber APO re” û ” Ji Dagirkeriya Tirkiyeyê re êdî bes e ” hatin hilgirtin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û dirûşmeyên Fransî bi dawî bûn.