ATÎNA – Li paytexta Yewnanîstan Atînayê wê bi pêşengiya TCŞ’ê û Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê de di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de çalakiya ‘Meşa Dirêj’ a 2 rojan bê lidarxistin.
Komîteya Amadekar a meşê beriya çalakiya ‘Meşa Dirêj’ a bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bangawazî kir û bang li hemû gelan û bi taybet ciwanên Kurd û enternasyonalîst kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî xwedî li pêngava azadiyê derkevin.
Komîteya Amadekar ya Meşa Dirêj, ku li ser plansaziya meşê agahiyan da;
“Meşa me ya azadiyê ya ji bo Rêber APO wê 10’ê Cotmehê saet 10:00’an li bajarê Maratona bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê bike. Roja yekem a meşa azadiyê wê li bajarê Palliniyê bi dawî bibe, danê êvarê jî wê bi beşdarên meşê re li ser pêngava azadiyê û komploya navneteweyî nîqaş bên kirin. Çalakgerên ku wê di roja 2. de li bajarê Palliniyê saet di 10:00 de meşa xwe bidomînin, li ber Akademî ji aliyê gelê Kurdistanê û saziyên girseya enternasyonalîst ve tên pêşwazîkirin. Ji vir wê heta ber Sefaretxaneya Tirk a Atînayê meşeke girseyî ya protestoyî bê lidarxistin.”
Komîteya amadekar a meşê jî bang li her kesî kir ku li dora azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin yek. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em hemû gelê xwe û dostên xwe vedixwînin meşa bi pêşengiya ciwanan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO û gelê Kurd.
Bang bi dirûşmeyan bi dawî bû.