ŞEHBA- Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî, çalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî didomin. Însiyatîfa Gel a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Ji Rêber Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de girseya koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdar bûn.
Meşê ji 2 aliyan ve dest pê kir, ya yekemîn ji gundê Meratê û ya duyemîn ji bajarokê Ehdas dest pê kir û li parka 4’ê Nîsanê gihîşt hev.
Li wir endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrîn û Şehba Ferhan Kobanê axivî û got: “Ji bo têkbirina îradeya gelê Kurd hemû xayîn bûn yek.”
Endama PYDʹê Hêvîn Reşîd jî axivî û got: “26 sal e di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re derbas dibe. Rejîmên kapîtalîst bi vê komployê xwestin Rêbertî ji gel bi dûr bixin.”
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Gulê Mihemed jî got: “Di dîroka serdemê de tu kesayetek mîna Rêbertî nehatiye. Rêbertî ji rêberên destpêkê ku banga azadiya gelên blindest kiriye.”
Axêveran banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.