NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên KBDH a Sema Yuce; Li Bûrsayê li dijî Komploya Navneteweyî û tecrîdê di dîrokên cuda de 3 çalakiyên cuda pêk anîn.
Daxuyaniya KBDH’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
Agahiyên li ser çalakiyên KBDH’ê yên Sema Yuce yên di dîrokên cuda de wiha ne:
1) 4’ê Cotmehê saet 14.00’an beşa qumaşê ya Fabrîqeya Tekstîlê ya ENA ya li Kolana Çîgdem a Herêma Pîşesaziya Organîze ya Demîrtaş a Navçeya Osmangazî ya Bursayê bi teknîka sabotajê hate hedefgirtin. Di çalakiyê de depo û hin cihên wê zerareke mezin dîtin.
2) 28’ê Îlonê bi şev saet di 03.00’an de li Taxa Sakarya ya navçeya Osmangazî ya Bûrsayê wesayîteke luks a ku hat tespîtkirin aîdî faşîstan e hat şewitandin û rûxandin.
3) Kargeha Paletan a ku 28’ê Îlonê saet 04:30’î de li Taxa Altinova ya navçeya Bursa Osmangaziyê şewitî, nema dikare bê bikaranîn.