ŞENGAL- Em di serdema azadiyê de ne, li çiyayên azadiyê ne, di meşa azadiyê de û di şerê azadiyê de ne. Hûn jî dikarin wekê rastiya biharbûnê ya azadîxwaz, şênber, zindîwer, avaker, herîkîner rastî di kesayeta xwe de pêk bînin. Me ji destpêkê de wiha bi serxist û gihîştin heya vir. Me hevaltiyên mezin û dibe ku di dîroka tu tevgeran de neyê dîtin lehengtiya herî mezin bi vê têgihînê ava kir. Di rewşa heyî de, bi vê rastiya mezin re girêdayî em hêza jiyanê nîşan dikin. Dîrokê ispat kiriye ku; ya ku qet bi bin nakeve, ya ku pir zêde nêzî serkeftinê ye û ya ku herî xweşik e jî ev meşa mezin e. Derwêş û Edûlên nû û gelê me yê Êzidî yên di asta jorde bibawerî û çanda xwe diparêzin silav dikim.
Rêber Apo
Îro ciwanên Şengal li Gulîstana Rêber APO kombûn û li dijî Komploya 9 ‘ê Cotmehê çalakî lidarxistin. Ciwanan li vê derê dijî 26’emin salvagera komploya ku ser Rêber APO hatiye kirin kon vekirin. Çalakiya ku 5’ê mehê hat destpêkirin 3 roj dê berdewam bike. Çalakiya ku di pêşengtiya ciwanên Ezîdî ve hate organîzekirin hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê beşdarî bûn.
Pîştî deqeyeke rêzgirtin ji bo hemû şehîdan tekoşîna azadiyê, ji aliyê endamê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê Hemo Şengalî axaftina vekirinê hat çêkirin.
Di axaftin de Tekiliya navbera komploya navneteweyî ya dijî Rêber APO ku sala 1998’an de hat kirin û hevpeymana 9’ê Cotmehê ku li dijî civaka Şengalê sala 2020 hat kirin hate nîşan dan.
Her wiha di açalakiyê de perspektîfên Rêber APO yên ji bo civaka Êzîdî hat xwendin û nîqaş hatin kirin. Sineviziona derbarê Peymana 9’ê Cotmehê û berxwedana gelê Şengalê hat nişan dan. Bername bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.
Hûn dikarin sînevizyona derbarê Peymana 9’ê cotmeha vê derê temaşe bikin : https://youtu.be/H-Q64XXTwOM?feature=shared