RAQA- TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) bi hevpariya Akademiya Zanista Sosyolojiya ya Abdullah Ocalan li herêma Hizêma ya Kantona Reqayê bi amadebûna hejmarek şêniyên herêmê seminerek di derbarê komployê de li dar xist.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê pakrewanan dest pê kir. Piştre endamê rêvebera Akademiyê Cud, axifî û bi xêrhatina hemû beşdaran kir.
Cud behsa komploya navneteweyî, tecrîd û cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber APO kir.
Çalakî bi pêşandana sînevizyonê bi dawî bû û beşdaran banga mezinkirina têkoşîn û xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.