ENDONEZYA- Ciwanên Endonezya li ser paradigmaya Rêber APO semîneran didin. Ev demekê ciwanên rêxistina ”ABC+ Kontrol Pekerja” li ser Jineolojî û paradigmaya Rêber APO xwe perwerde dikin. Piştî ku di nava xwe de perwerde dîtin, bi rêxistinên din û kesên bi meraq carekê din kombûn û li ser fikrên Rêber APO niqaş kirin. Vê carê rêxistinên karker û xwendekarên Endonezya jî pêşdarî semînerê bûn.
Ciwan ku pêşdarî semîner bûn nêrînên xwe bi ajansê me re parvekirin. Taybet di derbarê paradigmaya Rêber APO û tekoşîna li Kurdistanê de wiha gotin:
”Divê em dev ji redkirina fikrên nû û paradigmayan ku em ferbûn berdin. Em dixwazin taybet bîrdoziya APO’yî, paradigmaya Rêber APO, destgirtinên wî ya ji dîrokê re, rêgezên jineolojî û têkoşîna jin û gelan ji nêz ve nas bikin. Tenê ji ber ku em di Serdema Modernîteya Kapîtalîst de dijîn, nayê wê wateyê ku ev nirxên çandî yên kevn, çîrokên kevn, zanînên herêmî û îdeolojiyên kevn biterkînin: Lêkolîna Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk bi rastî me teşwîq dike ku em bi diyalektîka dîrokî ji nû ve fêrî kokên xwe bibin.
Kurdistan û Endonezya dişibin hev. Li Endonezyayê jî hertim jin li hemberî dagirkerî û Qraliyetê berxwedan. Hertim padîşahan ji kombûna jinan, sohbetên jinan tirsiyan. Ama ji ber ku dagirkerî li ser hafizayê civaka me jî bandor dike, hertim tê gotin ku dîroka welatê me ne giringe, ev çîrokên berxwedanê tên jibîrkirin. Bi niviskî heya niha ev dîrok nehatiye nivisandin, tenê bi devkî belav dibe. Ger kesên ku van dîroka dizanin, bimirin ev çîrok tên jibîrkirin. Ev zanebûn li ser civaka me ya xwezayî bi wateye. Beriya ku netewdewlet ev zanebûna me ji holê rake ev dîrok lazime bê nivisandin.”
Di semîner de hat diyar kirin ku pewistî bi cepheyekê navnetewî ji bo belavkirina paradigmaya Rêber APO heye. Ciwanên ku tevlî semîner bûn diyar kirin û dixwazin di wextên pêş d hîn zedêtir di paradigmaya Rêber APO de xwe kûr bikin.
Di dawiyê semînerê de plansasiyên ji bo hefteyên pêşî hatin diyarkirin. Taybet li ser giringiya pişgiriya enternasyonal û rola rêvebirina şoreşgerî wê perwerde were dîtin.