HESEKE – Li dijî 26’emîn a komployê navnetewî ya li ser Rêber APO, Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê, di 5’ê Cotmehê de, li bajarê Hesekê meşekî navendî li darxistin.
Çalakvanên xwendekar bi Ajansa Nûçe Ciwan re di derbarê hedefa meşa xwe û rol û mîsyona xwendekaran di tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO de axivîn.
Endama kordînasyona Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê, Jînda diyar kir ku ev meş di çarçoveya hemleya “Ji Rêber APO re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de hatiye li darxistin. Her wiha, Jînda destnîşankir ku, bi vê komployê ve armanca hêzên navnetewî tunekirina gelê Kurd ê azadîxwaz bû.
Jinda di dawiya axaftina xwe de banga li tevahî ciwan û xwendekaran kir ku bi tekoşîna Şerê Gelê Şoreşgerî û bi naskirin û belavkirina fikir û ramanê Rêber APO rola ku dikeve ser milê xwe bilîzin da ku Rêber APO ji girtîgeha Îmraliyê rizgar bikin û azadiya gelê xwe bi dest bixin.
Xwendekarê beşa Jîneolojî ya Zanîngeha Rojava bi navê Farîda, ku ji bajarê Efrînê ye, destîşankir ku xwendekar bi heycanekî mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di nav çalakî de ne. Her wiha diyar kir ku şoreş bi ramanê Rêber APO ve wê teqez serbikeve.
Xwendekarê ditir a bi nav Ebduradî jî di axaftina xwe de komploya 9 ‘ê Cotmehê şermezar kir û destnîşan kir ku wê xwendekarên welatparêz, di nava şoreşê de heya ku hedefê xwe pêk bînin her tim rolê xwe yê pêşengtî bilîzin.