REQA- Bi hezaran şêniyên kantonên Tebqa, Dêrazor û Reqayê, nûnerên rêveberiyên xweseriya demokratîk a her sê kantonan, Paritya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd tev li meşê bûn.
Meşa li ser bangewaziya Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber APO li dar ketiye, ji qada Navenda Perwerdeyê ya li bajarê Reqayê dest pê kir. Meşvanan, wêneyên Rêber APO, pankartên “Azadiya fîzîkî ji Rêber APO re, tunekirin ji dagirkeriya Tirk re” hildan û sloganên “Na ji tercrîdê re”, “Ji Serok re azadiya fîzîkî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Tirkiya faşîst” berz kirin.
Bi hezaran şêniyên kantonên Tebqa, Dêrazor û Reqayê, nûnerên rêveberiyên xweseriya demokratîk a her sê kantonan, Paritya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd tev li meşê bûn.
Meşa il ser bangewaziya Însiyatîfa ji bo azadiya Rêber APO li dar ketiye, ji qada Navenda Perwerdeyê ya li bajarê Reqayê dest pê kir. Meşvanan, wêneyên Rêber APO, pankartên “Azadiya fîzîkî ji Rêber APO re, tunekirin ji dagirkeriya Tirk re” hildan û sloganên “Na ji tercrîdê re”, “Ji Serok re azadiya fîzîkî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Tirkiya faşîst” berz kirin.
Meş li Stada Beledî veguherî mitingê. Di mitingê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl axivî û got: “26 sal e Komploya Navneteweyî li dijî Rêber APO pêk hate û hîna berdewam e.”
El Dexîl wiha domand: “Wan bi dîlgirtina Rêber APO xwest, fikrên wî belav nebin. Lê berovajî wê çêbû, fikrên wî ji gelên azadîxwaz re bûn jêder. Projeya neteweya demokratîk a ku pêşkêş kiriye mînaka herî balkêş a serkeftina şoreşa fikrê azad e.”
Di dawiyê de El Dexîl bang li civata navneteweyî û saziyên wê kir ku demildest pergala îşkenceyê û qirkirinê ya li dijî Rêber APO bi dawî bikin, bê şert wî serbest berdin, ji ber sûcên li dijî Rêber APO kirine, hesabê ji desthilata Tirk bipirsin.”
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Reqayê Şêx Îbrahîm El Iwês got: “Em di pêvajoyeke çarenûsî re derbas dibin. Yan em beşek ji pêşeroja ku tê xêzkirin bin yan jî na. Divê em bi hevgirtina xwe destkeftiyên şehîdan biparêzin.”
El Iwês ev li axaftina xwe zêde kir: “Pêkhateyên herêmê tev li avakirina vê rêveberiyê bûn. Xwîna kurdan, ereban, suryan, ermen, asûr û çerkesan û pêkhateyên din têkil hev bûn. Wan rûmet û azadiya gelê xwe parast.”
El Iwês bang li azadîxwazên li Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku dengê xwe bilind bikin û li hember zulma li ser kesê ala azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan hildaye bisekinin û banga azadiya fîzîkî ya ronakbîr Rêber APO bikin.
Di dawiya mitingê de komên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan berhemên xwe pêşandan.