LONDON – Li Londonê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve ji bo piştgirîkirina pêngava cîhanî û protestokirina komploya 9’ê Cotmehê meşek dirêj a 3 rojan destpê kir. Meşvanan gotin, “Rêber APO wê azad bibe, komploger wê têk biçin.”
Ciwan li ber Navenda Civaka Kurd a Londonê hatin cem hev û gelek caran bê navber siloganên “Bê Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîla” berz kirin.
Ciwanan dowîz û pankartên b tekildrê azadiya Rêber APO hilgirtin, li gel stranên ji bo Rêber APO û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê govend gerandin.
PARADÎGMA RÊBER APO LI HEMÛ CÎHANÊ DENG VEDA YE
Ercan Akbal ku li vir li ser navê pengava azadiyê ya Rêber APO axivî, bal kişand ser pêngava cîhanê û got, “Îro paradîgmaya Rêber APO li hemû cîhanê deng veda û Rêber APO bi paradîgmayê konfederalîzma demokratîk komplo pûç kir. Nayê qebûlkirin ku Rêber APO di dîlgirtinê de bimîne. Rêber APO bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ev komplo pûç kiriye. Tevgera azadiyê ya Rêber APO ku îro li hemû cîhanê didome, îfade dike ku êdî dîlgirtina Rêbertî nayê qebûlkirin.
Akbal işaret bi salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê kir, lanet li komplogeran kir û got, “Wê Rêber APO azad bibe, komploger têk biçin.”
EM FEDAİYÊN RÊBER APO IN
Berdevkê Tevgera Ciwanan Mazlûm Çewlik diyar kir ku ew ê sê rojan bimeşin û got, “Em jiyana bêyî Rêber APO qebûl nakin. Em dibêjin yan azadî yan azadî. Em fedaiyên Rêber APO ne. Divê hemû cîhan vê bizane û gelê me jî tevlî vê meşa azadiyê bibe.
Piştî axaftinê bi dehan ciwan bi dirûşme û sirûdên wêneyên Rêber APO li ser bûn meşiyan. Welatiyên derdor eleqeyeke mezin nîşanî meşa ku li herêma Haringeyê dest pê kir, her wiha gelek wesayît ji bo piştgiriyê li qurnefîlan lêxistin.
Di meşa ku belavok hatin belavkirin de, muzîkjenên Kurd stranên şoreşgerî gotin.
Meşa ku wê 3 rojan bidome wê di 10’ê Cotmehê de li ber avahiya Meclîsê bi dawî bibe.
Meşa ku ji aliyê ciwanan ve hatiye destpêkirin wê li navendên Londonê pêk were. Roja ewil wê li Kolana Old a yek ji navendên girîng ên bajêr bi dawî bibe.