ŞENGAL-Bi boneya 26. salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO, Îro Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê civinekî lidarxistin. Bi giştî 40 ciwanên Ereb li berxçe Mam Zekî ya Barê, beşdarê çalakiyê bûn.
Civin di şexsê şehîdên “Kesek Nikare Roja me Tarî Bike” de ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtin hat destpêkirin.
Piştî wî ser navê İnsiyatifa ciwanên Ereb Xelid Şakir vekirina civinê kir. Şakir di axaftina xwe de behsa rastiya komplo û li hemberê komplo tekoşîna ku Rêber APO daye, kir.
Her wiha ciwanên ku tevlî civinê jî bûne mafê axaftinê girtin û giringiya têkoşînkirina ji bo azadiya fîzîkîya Rêber APO kirin.
Piştî niqaşên ku hat kirin di derbarê Komploya 9’ê Cotmehê de sînevîzyonekî hat tamaşekirin. Di sinevizyonê de nirxandinê Rêber APO ya li ser gelê Ereb jî hatibû dayîn. Her wiha di dîmen de bi berfirekî qala berxwedaniya Îmrali ku 26 saliya xwe temam kir cîh hatibû dayîn.
Piştî sinevizyona ku hat tamaşekirin ciwanan çalakiya xwe bi sloganên “Bijî berxwedana Rêber APO”, “Bimre Îxanet” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî kirin.