QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo lîga gogê lingan li ser asta herêma Cizîrê di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedanê, cenga azadiyê serbixin, Rêber APO fîzîkî azad bikin!” hat dest pê kirin. Çalakiya werzîşê ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekîtiya Werzîşê ya Desteya Ciwanan ya Cizîrê hat rêxistinkirin bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê hat destpêkirin.
Maçê yekem ê lîgayê di navbera tîma Cîhat û tîma Cizîrê li sahayê fûtbolê ya Parka Azadiyê hat lîstin. Di encamê lîstokê de Tîma Cizîrê bi 3-2 bi serket.
Piştî lîstoka yekem du lîstokên dîtir jî hatin lîstin û di encama van lîstokan de; Tîma Mustaqbal Fun li hemberî tîma Şabab Jirnik 4-1 û tîma Sahal jî li hemberî tîma Rafdîn 8-1 bi serketin.
Di turnuvayê de 64 tîm cihê xwe digirin. Turnuva bi qonaxekî komê dest pê dike. 16 grûpên 4 tîman hene. Ji wê û şûnda tîmên ku di grûbê xwe de bi serketin derbasî qonaxê duyemîn dibin û heya finalê maçê wê di navbera hevde bilîzin. Turnuva wê 2 mehan berdewam bike.