FRÎBORG – Kurdistaniyên li bajarê Frîboûrg ê Swîsreyê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li hev civiyan û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêber APO protesto kirin.
Li vir li ser navê girseya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Têkoşer (TEKOJIN) li Qada Lozanê hatin cem hev, li ser banga Komîteya Çalakiyê daxuyanî hatin dayîn.
Li qada çalakiyê ji bo bîranîna cangoriyên di şexsê şehîdên Cotmehê de ji bo azadiya gelê Kurd şehîd ketine 1 deqîqe rêz hate girtin.
Argeş Welat ku li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyanî xwend û wiha got:
“Ev 47 meh in me ji Rêberê xwe ti agahî negirt. Dewleta faşîst û dagirker bi polîtîkayên dijhiqûqî û dijmirovahî tecrîdê li ser Rêber APO, Rêberê Gelê Kurd ferz dike. Em ê li dijî sîstema qirkirin û îşkenceya Îmraliyê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Argeş Welat got, “Heta ku Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad bibe, em ê li qadan bin.”
Çalakî bi slogana “Bijî Serok AP0” bi dawî bû.