NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekîneyên Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de 6’ê Cotmehê di saetên sibehê de li herêma Beyoglû wesayîta faşîstê bi navê Mevlût Çakmak ku têkiliya wî bi rejîma AKP-MHP’ê re heye, şewitandin.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çalakî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hatiye lidarxistin û got, “Kes û saziyên bi dijmin re hevkariyê dikin wê her tim bibin hedefa me. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku ji bo parastina nirxên têkoşînê bikevin nava liv û tevgerê.”