QAMIŞLO – Bi boneya salvegera 26’emîn a destpê kê komployê navnetewî ya li dijî Rêber Apo li ser asta kantona Qamişlo meşekî girseyî hat li darxistin. Di 9’ê Cotmehê 1998’an de di encamê zextên dewleta Tirk û NATO’ê li ser axa Sûriyê, Rêber Apo ji bo çareseriyekî siyasî ji Şame derket Ewrûpa.
Îro danê sibê li bajarê Qamişlo, bi dehan hezar şêniyên ji gelek bajarên herêmê beşdarî meşekî ji bo şermezarkirina komployê navnetewî.
Meş li ber çarxereya Osman Sebrî dest pê kir. Al û pankartên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin berz kirin.
Meş heya Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hûnerê berdewam kir. Li wir meş veguherî mîtîngê. Endamê konseya rêvebir a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axivî û komployê navnetewî şermezar kir. Her wiha, destnîşan kir ku bi paradigmaya Rêber Apo û azadiya wî ya fîzîkî çareseriya pirsgirêkên gelê kurd, û di heman demê de çareseriya pevçûnên li Rojhilata Navîn pêkan e. Xelîl destnîşan kir ku gelê kurd wê heya bigihêjê azadiya Rêber Apo û heya bigihêje azadiya xwe di nava tekoşînê de be.
Piştî wê endama Rêveberiya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şiraz Hemo axivî û diyar kir ku sedema hedefgirtina Rêber Apo û gelê herêmê ji aliyê dewletên hegemon, şopa xwe ya heqîqet û azadiyê bû. Her wiha, destnîşan kir ku azadî û demokrasî encax bi yekîtiya gelan were bidestxistin.
Çalakî bi soza mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna paradigmaya Netewa Demokratîk bi dawî bû.