HESEKE – Bi boneya salvegera 26’emîn a destpê kê komployê navnetewî ya li dijî Rêber Apo li ser asta kantona Heseke meşekî girseyî hat li darxistin. Di 9’ê Cotmehê 1998’an de di encamê zextên dewleta Tirk û NATO’ê li ser axa Sûriyê, Rêber Apo ji bo çareseriyekî siyasî ji Şame derket Ewrûpa.
Îro danê sibê li bajarê Heseke, bi dehan hezar şêniyên ji gelek bajarên herêmê beşdarî meşekî ji bo şermezarkirina komployê navnetewî bûn.
Al û pankartên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin berz kirin.
Di dawiyê meş veguherî mîtîngê. Endamê konseya rêvebir a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û komployê navnetewî şermezar kir. Her wiha, destnîşan kir ku armanca komplo mudaxalekirina hêzên hegemon li ser Rojhilata Navîn bû. Lê belê, diyar kir ku sekna Rêber Apo li Îmralî û sekna gelê herêmê vê komployê vala derxistin.
Çalakî bi soza mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna paradigmaya Netewa Demokratîk bi dawî bû.