NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) li Gever û Êlîhê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî çalakiyên bi bandor li dar xistin.
Li Geverê ciwanên bi hêrs destpêkê li Taxa Kişlayê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe” meşiyan. Ciwanên ku ji piştgiriya gel girtin, li qereqola 75.Yilê çalakî li dar xistin. Li Elîhê pankarta jî bi nivîsa “Em Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin, Bijî Serok APO” hate daliqandin.
GEVER
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ber bi taxa Kişla ve çûn. Li dijî qereqola 75. Yil bi bombeyên deng û fîşekên hewayî çalakiyek li dar xist.
Çawa ku roja 9’ê Cotmehê ya destpêka Komploya Navneteweyî di dîrokê de weke lekeyeke reş cihê xwe girt, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz jî wê bibin hêza ku her dem xwe berpirsyar dibîne û li dijî tecrîda mutleq li her derê çalakiyan li dar bixe. Bi vê munasebetê em careke din Komploya Navneteweyî şermezar dikin û careke din diyar dikin ku em ê di nava têkoşînê de bin.”
ÊLIH
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” şevê din yekîneyên me bi armanca şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê li taxa Elîh/Hîlal çalakiyek li dar xistin.
Divê ciwanên Kurdistanî yên welatparêz nîşan bidin ku li her qadê hêza fedaî ya Rêber APO ne û dakevin qadan, çalakiyan lidar bixin. Weke YCWK em soza xwe dubare dikin û diyar dikin ku em ê her tim çalakiyan li dar bixin.