ŞENGAL-Ji bo 9’ê Cotmehê gelê Şengalê meşekê li darxistin
Îro li Şengalê Komploya Navneteweyî û peymana 9’ê Cotmehê dijî xweserîya gelê Şengal bi beşdar bûna sedan kes hat şermezar kirin. Gelê Şengal hers û nefreta xwe dijî îşkenceyê li ser Rêber Apo û xîyanetê dewletê navnetewî bi meşekê girseyî diyar kirin.
Piştî meş daxuyaniyekê ji aliyê endamê Yekîtîyê Ciwanên Êzidxanê Rêşo Xidir hat gotin : “Em wek ciwanên Êzidî li ser fikire û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin û em piştgriya Serokatî dikin. Heya dawî em ê li pê şopa şehîdan xwe bin û desta ji vi xetê bernadin. Heya em agahîyeke ji Serokê gelê bindest Rêber Apo nagirin em ê li nav liv û tevgerê de bin û çalakî xwe berdewam dikin”. Bi siloganê “Bê Sêrok Jiyan Nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Jin jiyan azadî” meş bi dawî bû.