FRANKFURT – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, jinên ciwan ên xwendekar li Zanîngeha Goethe ya Frankfurtê belavokên ku gotinên Rêber APO tê de hene belav kirin.
Jinên ciwan li qadên ku tîraja wan zêde ye, belavokên ku bi gotinên Rêber APO hatibûn nivîsandin û lewheyên bi wêneyên Rêber APO daliqandin.
Her wiha li korîdora zanîngehê, bi pelan gotina Rêber APO a”Wenn du leben willst, dann lebe in Freiheit!” “Eger tu dixwazî bijî, bi azadî bijî!” hat alıqandin.
Jinên ciwan bi çalakiya xwe bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO ku di sîstema qirkirina Îmraliyê de tê girtin.