LONDON – Bi boneya salvegera Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li ber Parlamentoya Îngilîstanê mîtîngek hate lidarxistin.
Kurdistanî beriya mîtîngê beşdarî meşa dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên di roja xwe ya 3’yemîn û dawî de bûn û pêngava cîhanê silav kirin. Di meşa ku li qada Tottenhamê destpê kir de gelek kes tevlî bûn, pankart û dowîzên têkildarî Tevgera Azadî û Rêber APO hatin hilgirtin. Gelek caran dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Gerîla”, “Duh Mandela, îro Ocalan”, “Bimre faşîzma Komara Tirkiyeyê” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Girseya gel bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan meşiya, ji hoparlorê stranên ji bo Rêber APO û gerîlayên azadiya Kurdistanê hatibûn hatin gotin. Di dema meşê de eleqeyeke mezin ji aliyê civakê ve hat nişandan, bi sedan belavok hatin belavkirin.