KOBANÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Firatê, 5’emîn festîvala Şehîd Bawer Agir lidar dixin. Festîval wê bi dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” û “Bi Rihê Ciwanan Emê Cenga Azadiyê Serbixin” ve, di 12 û 13’ê Cotmehê de li bajarê Kobanê pêk were.
Festîval wê di roja yekemîn de bernameya xwe bi aktîvîteyên werzîşî, saet 10’ê sibê dest pê bike. Saet 4 jî wê Tîma Şimal û Tîma Kobanê li Saha futbolê maç bilîzin.
Roja duyemîn a festîvalê wê li Qada Jina Azad piştî nîvro saet 4’an de bi bernameyekî hunerî bidome. Di serî de, wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Bawer Agir were nişandan. Her wiha, Koma Cûdî, Koma Ciwanên Şoreşger, Komên Dengbêjî, Koma Şano ya Bavê Teyar, Komên Govendê, Awazê YPG, Aycan Kobanê û Hesen Dêrîkî wê hunerê xwe peşkeş bikin.
Hûnermendên ku wê tevlî festîvalê bibin, bang li herkesî kirin ku tevlî Mîhrîcana 5’êmîn ya Şehîd Bawer Agir bibin. Koma Şano ya Bavê Teyar di bangawaziya xwe de ji bo ciwan û jinên ciwan wiha got:
“Ev festîval ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye û bi şîara “Bi rihê ciwanan emê Cenga Azadiyê serbixin” de tê lidarxistin. Yê ku pêwîste herî zêde tevlîbûn nîşan bide ciwan û jinên ciwan in. Emê jî wekî Koma Şanoya Bavê Teyar cîhê xwe di festîvalê de bigrin. Hûn jî werin, em seet 4’an de li Kobanê di Qada Jina Azad de hevdû bibînin.”
Hûnermend Aycan Kobanê jî anî ziman ku “Şehîdên azadiyê xwe ji bo jiyana me feda kirine. Pêwîste em jî xwedî li wan derbikevin.” Di axaftina xwe de taybet bang li ciwanan û dayîkên şehîdan kir ku werin û tevlî festîvalê bibin.
Koma Cûdî jî bi stana Ocalan ve dest bi bangawaziya xwe kir û anî ziman ku ev festîval berdewamiya pêngava ji bo azadiya Rêber APO ye. Pêwîste di vê zanebûnê de tevlîbûn pêk werin. Di dawiyê de jî wiha got “Em bang gelê xwe û hemû ciwanan dikin ku saet 4’an de li Qada Jina Azad ya bajarê Kobanê bin.” Bangawaziya xwe bi slogana “Bîjî Serok APO” ve dawî kir.
Heman bangawaziya tevlîbûna festîvalê ji aliyê hûnermend Hesen Dêrîkî û Ferhan Esmer ve jî hate kirin.