CORBEIL – Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li herêma Corbeil a banliyoya Grigny ya paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO stand hate vekirin.
Di standa ku di çarçoveya Pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çreserî” hat vekirin de pirtûkên Rêber APO hatin nîşandan.
Ciwanan der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO de belavok belav kirin û destnîşan kirin ku di çarçoveya berfirehkirina pêngava “Ji Rêber APO re, Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” divê her kes dakevin qadan.
Her wiha di standê de bang li ciwanan hate kirin ku bi awayekî aktîf beşdarî konsera “dilsoziya bi Rêber APO re” ya ku wê di 19’ê Cotmehê de li Parîsê bê lidarxistin, bibin.
Çalakiya standê ku nêzî 3 saetan dewam kir, bi dirûşma “Bijî Serok APO” bi dawî bû.