NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Meclisa PJAK’ê Nûjîn Bêrîtan li ser hamleya “Dema Tolhildanê” ya di 15’ê Îlonê de bi pêşengiya KCR’ê hatiye destpêkirin, ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
Berîtan da zanîn ku Dewleta Îslamî ya Îranê derfeta jiyaneke azad nahêle ti kes û koman re û got, “Beşdarbûna heyî li dijî vê yekê têrê nake û pêwîste asta geşepêdana çalakiyan zêdetir û bihêztir bibe.”
Berîtan bal kişand ser rola xwendekaran di têkoşîna ku divê bê dayîn de bilîzin û got, “Hêviya pêşerojek azad û jiyanek serbilind, ji ciwanan hatiye sitandin û hatiye dagîr kirin. Êdî dema vî hatiye ciwan li dijî vê politîkayê rabin û mafê xwe bistînin û nehêlin ev rewş dewam bike. Pêngavê kû tê avêtin pêwîste zelal buyinek bide çêkirin kû serkeftin bi hêz, îradeya ciwantiyê misoger bibe.”
Nujîn Bêrîtan diyar kir ku xwedî derketina hemleya “Dema Tolhildanê” tê wateya xwedî derketina şehîdan û Rêber APO û got, “Dem dema lêgerîna jiyana azad a ciwanan e. Ji her cure çalakiyên rejîma dagirker re derfet neyê hiştin. Bi taybetî jî li dijî darvekirina ciwanan, asîmîlasyon û “Li hemberî polîtîkayên qirkirina çandî, krîza ekolojîk û tinekirina hawirdorê Dema Tolhildanê ye!”
Nûjîn Bêrîtan derbarê Hemleya “Dema Tolhildanê ye” de wiha dinirxîne:
“Di serî de silav, rêz dayin û hez kirinê xwe ji tevahî ew kesên kû piştgirî dane hemleya “Dema Tolhildanê ye” re dişînim. Ev piştgirî û îlana yekfikir bûyîn û bi hevre bûyîn di dem û serdemek wisa de nîşaneya reng û dengê ciwan û jinên ciwan di pêşengtiya berdewamiya şoreşa jin jiyan azadiyê ye. Ev piştgirî dide diyar kirin kû di nav ciwanan de fikrek nû di çerçoveya serxistina Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” destpê kiriye. Asta êriş û hewldana tûnekirina vê di nizîkatiya rejîma faşîst, dagîrker, pergalperest û zilamsalar a Cumhuriyeta Îslamî diyar dibe kû ji bo tu kes û pêkhateyek zemîna jiyan kirina fikir û jiyanek azad nehatiye hiştin. Jin û Ciwanên Kurd di vê qonaxê de bi tevlîbûyîna xwe ya hemleya “Dema Tolhildanê ye” bi şiklê herî hêja diyar kiriye. Vir şunde ev tarzê tevlîbûyîn jî tenê têrê nake û pêwîste asta pêşxistina çalakiyan hin mezintir û bihêztir bibin. Ji mekteban bigrin heya zaningehan, ji kolan û bajêran heya gund pêwîste rêbazên cûr bi cûr li dijî dijmin çalakî were pêşxistin. Taybetî jî xwendevanên mekteba navîn û lîse dikarin role xwe yê grîng di vê pêwajoyê bileyzin. Jiber kû jinên ciwan û tevahî ciwanên xwendevan bi politîkayê bêkar hiştinê, feqîr û birçî hiştinê di hedefa dijminê dene. Heman demê de bi belavkirina madeyên hişber, fuhuş û bê exlaqî ciwan û jinên ciwanên xwendevan di hedefê de ne û dixwezin hişmendî û zihniyetê wan dagîr bikin.
Hêviya pêşerojek azad û jiyanek serbilind, ji ciwanan hatiye sitandin û hatiye dagîr kirin. Êdî dema vî hatiye ciwan li dijî vê politîkayê rabin û mafê xwe bistînin û nehêlin ev rewş dewam bike. Pêngavê kû tê avêtin pêwîste zelal buyinek bide çêkirin kû serkeftin bi hêz, îradeya ciwantiyê misoger bibe. Ji xwe di pêlên serhildana “Jin Jiyan Azadî” li dijî sîstema dagîrker a Îranê de ciwan hêz û îradeya xwe diyar kir. Beriya vî bêbawerî hebû ji ciwan re dihat gotin kû bêtecrûbene û nikarin tu guhertin çêbikin. Lê belê ev serhildan bi dînamîzma ciwantiyê pir tişt guherand û niha jî pêwîste ev dînamîzm berdwam bike. Di nava serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de di xalên bingehîn a şoreşa zihniyetî û jiyanî de guhertinên pir esasî hatin bidest xistin. Ev jî destkeftiyek ne ji rêzê ye. Tevahiya encuman, organîzasyon, kom, pêkhateyên kû di nava sîstema perwerdehî û hwd kû xwe li dijî rejîmê pêwîste xwe birêxistin bikin û ji nûve çalakiyên xwe û îradeya xwe li saheya têkoşînê nîşan bidin. Pêwîste ev tenê xwe îfade kirin û xwe birêxistin kirin ve sînurdar neyê hîştin û têkoşîn û rêbazên serî rakirin li dijî rejîme were dewlemend kirin. Astek nû ji xebat û çalakî tê xwestin.
Ji destpêka damezrandin, xwe perwerde kirin û xwe ava kirina tevgera APO’yî li Rojhilatê Kurdistanê rol û mîsyona ciwanên Kurd berbiçav bû. Jin û ciwan pêşengtiyêk bêhesap kirin. Heman demê di serhildanên “Jin Jiyan Azadî” de kû fikir û paradîgmaya Rêber APO afirand bi pêşengtîya jin û ciwanan, gihişt asta lûtkeyê. Di vê navberê de hêza ciwanan derdikeve pêş kû dikarin bi rêbazên cuda cuda çalakiyên bi bandor pêşbixînin. Pêwîste derfeta vê neyê dayîn kû dijmin û hêzên kedxwar liser ked, manewiyat û têkoşîna me xwe bidin jiyîn. Tevahî ew kesên kû ji aliyê organîzasyonên dijmin ve tên birêxistin kirin û weke sîxur û endamên îstixbarat ji dijmin re dixebitin pêwîste qad ji bo van vala newe hiştin. Asta jor de pêwîste di hedefê me de bin. Bi rêbazên cur bi cur pêwîste ew kesên ku sîxuriyê dikin werin ceza kirin û bibin dersek ji bo hemûyan. Çalakiyên bi vê rengî nîşan bide kû ji dijmin re xebitîn bê bersiv namîne û ciwan pêwîste pêşengtî ji van çalakiyan re bikin.
Heman demê di pêwajoyek bi vê rengê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwedî derketin ji pêngava “Dema Tolhildanê ye” xwedî derketin ji şehîdan û ji Rêber APO ye. Heman demê ev helwest û biryardariyeke li dijî hemû zext, zori û tundiya li ser jinê ye. Ev pêngav yê bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanên Kurd bibe tolhildana salan a ciwanan kû timî rejîm li hember daxwaz û pêşeroja van şer kir. Ji bo lêgerîna jiyana azad a ciwanan “Dema Tolhildanê ye. Pêwîste derfet ji tu cure xebatên rejîma dagîrker re neyê hiştin. Valatiyekî pir bîçûk jî pêwîste ji sîstem re neyê dayin. Taybetî li dijî darve kirina ciwanan, politîkayên asimîlasyon û qirkirina çandî û li djî qetilkirin û îşkenceyê “Dema Tolhildanê ye”. Li dijî kirîz û kaosa ekolojî û qirkirina jîngeh “Dema Tolhildanê ye”. Bi rastî jî krîza ku jîngeh de tê jiyîn bi çalakiyên ji rêzê nayê seknandin û pêwîstî bi rêbazên deha bibandor û çalakî û rêxistinkirinên hin mezin heye. Ji bo têkoşîna rast li dijî van politîkayan pêwîstî bi tevlîbûnek rast di çerçoveya vê pêngavê de heye. Em jî banga hemû ciwan û jinên ciwan dikin û dibêjin: Em soz û peymana xwe bi hêvî û daxwaza ciwanên pêşeng di vê pêngavê de nû dikin.”