NAVENDA NÛÇEYAN – Milisên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Elihê bi bombeya destçêkirî li dijî wesayîteke leşkerî çalakiyek pêk anîne û di encama çalakiyê de 3 leşker birîndar bûne.
Daxuyaniya MAKê ya têkildarî çalakiyê wiha ye:
“9’ê Cotmehê saet bi şev saet di 03.00’an de li herêma Buğday Pazar a girêdayî Taxa Baglar a Elihê, hêzên me li dijî wesayîta zirxî ya Akrep a girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a parêzgeha Elihê çalakiyek li dar xistin. Leşkerên dagirker di dema dewriyeyê vedigeriyan bi du bombeyên destan ji nêz ve hatin lêdan. Di encama çalakiyê de yek jê bi giranî, herî kêm 3 leşkerên Tirk birîndar bû. Qad, demeke dirêj di bin dorpêça leşkerî de ma. Piştre leşkerên birîndar bi 2 ambûlansan ve birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê.