KOBANÊ– Festîvala 5’emîn ya Şehid Bawer Agir li bajarê Kobanê di Qada Jina Azad de despêkir.
Wekî ku tê zanîn Festîval di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de bi şîara “Bi Rihê Ciwanan Emê Cenga Azadiyê Serbixin” de tê lidarxistin.
Ji bo tevlîbûna Festîvalê bi sedan gel û taybet ciwan ji gelek bajarên cûda, wekî Dêrîk, Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Şehba û Halebê ketin rê û beriya saet 10 li Qada Jina Azad amade bûn. Gelê Kobanê bi kêfxweşiyekî mezin mêvanê xwe pêşwazî kirin.
Festîval di şexsê şehîd Bawer Agir de ji bo tevahî şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtinê ve despê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Misto axivî û wiha got:
“Em li beramberî bîranîna Şehîd Bawer Agir ku ji me re hîştiye bejna xwe dîtewînin û Wî bi rêzdarî bibîrtînin. Heval Bawer ji bo ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûrî kedek û xwêdanekî pir mezin da. Bi taybetî jî ji bo ciwanen Kantona Firatê pir ked da û xwest ku ciwan rola xwe ya pêşengtî kirina civakê bileyze û îrade qezanç bike. Armanca festîvala me jî bîranîna Şehîd Bawer û xwedîderketina keda Wî ye.”
Li dû axaftina Avaşîn Misto, perşbirkên werzîşî despê kir. Tîmên ku hem ji bajarê Kobanê, hem jî yên ku ji bajarên cûda tevlî festîvalê bûne, hatin beramberî hev. Despêkê pêşbîrka bisikletan û piştî wî pêşbîrga bazdanê pêkhat.
Festîval bi coşa beşdaran ve didome.