HESEKE – Bi boneya salvegera 26’emîn a derketina Rêber Apo ji Sûriyê di encamê zaxtên dewleta Tirkiyê û NATO’ê de, îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê li salona Marbela ya bajarê Heseke komxebatekî derbarê komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê yê li ser Rêber Apo, di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedanê, cenga azadiyê serbixin, Rêber Apo fîzîkî azad bikin” li darxistin.
Ev zêdetirî 25 sal in ku Rêber Apo li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdê de tê ragirtin û 42 meh in ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji bo berfirehkirina tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û birina wî ber bi encamê salekî berî, di 10’ê Cotmehê 2023’an de, li 74 navendên cîhanê hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat dest pê kirin.
Komxebat danê sibê dest pê kir û heya piştî nîvro berdewam kir. Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayeqî rêzgirtin hat rawestandin. Piştî wê, nirxandinên Rêber Apo li ser komployê hatin xwendin. Her wiha sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Rêber Apo û komployê navnetewî hat temaşe kirin.
Piştî wê nîqaş ji beşdaran re li ser erkê ciwanan li beramberî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat vekirin. Ciwanan destnîşankirin ku tevahî gelê herêmê li beramberî Rêber Apo deyndar in û ji ber wê divê bi berpirsiyartiya rizgarkirina fîzîkî ya Rêber Apo rabin. Her wiha, hat diyar kirin ku ji bo avakirina civakekî demokratik û azad pêwîst e ciwan zêdetir ramanê Rêber Apo bixwînin. Ciwanan gotin jî ku wê her di nava çalakiyan de bin da ku bigihêjin hedefê xwe.
Ciwanan jî diyar kirin ku divê hedefa sereke yê Tevgera Ciwanên Şoreşger azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, û ku ji bo ciwan xwedî li Rêber Apo derkevin divê bi xwe tevlî Rêber Apo bibin.
Encamên komxebatê bi daxuyaniyekî hatin parve kirin. Di encamname de hat diyar kirin ku Ciwanên Şoreşger wê xebatê perwerdekirina ciwanan li ser ramanê Rêber Apo zêdetir bikin û meş ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo lidarbixin. Her wiha, hat destnîşankirin ku divê hemû ciwanan bibin yek da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.