HESEKE – Bi boneya salvegera 26’emîn a derketina Rêber Apo ji Sûriyê di encamê zaxtên dewleta Tirkiyê û NATO’ê de, îro Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê li bajarê Heseke komxebatekî derbarê komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê yê li ser Rêber Apo, di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedanê, cenga azadiyê serbixin, Rêber Apo fîzîkî azad bikin” li darxistin.
Ev zêdetirî 25 sal in ku Rêber Apo li girtîgeha Îmralî di bin tecrîdê de tê ragirtin û 42 meh in ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji bo berfirehkirina tekoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û birina wî ber bi encamê salekî berî, di 10’ê Cotmehê 2023’an de, li 74 navendên cîhanê hemleya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat dest pê kirin.
Beşdarên komxebatê derbarê nîqaşên ku hatin meşandin û encamên wê bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivîn. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Qamişlo ê bi navê Dijwar destnîşankir ku erkê pêşengtiyê di nava civaka de dikeve ser milê ciwanan û divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî ciwanan vê rolê bilîzin.
Her wiha, endamê Ciwanên Şoreşger ê Hesekê bi navê Ehmed destnîşankir ku daxwaza wan ew e ku tecrîdê li Îmraliyê were şkandin û ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.
Endamê Ciwanên Şoreşger ê bajarê Heseke Mihemed Mistefa jî banga hemû saziyên navnetewî kirin ku bi berpirsiyartiya xwe rabin û destnîşankir ku ciwanên şoreşger wê di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe kûr bikin da ku şoreşê bigihînin serkeftinê.