MÊRDÎN- Rêber APO di 9’ê Cotmeha 1998’an de di bin zextên dewletên NATO û dewleta Tirk a dagirker de ji Sûriyeyê hate derxistin. Bi vî rengî komploya navneteweyî ya bi hevkariya dehan dewletan bi armanca tinekirina Rêber APO û Tevgera Azadiyê û piştre jî bêbandor hîştina gelê Kurd dihate plankirin, dest pê kir.
Di 26. salvegera Komploya 9’ê Cotmehê Ciwanên APO’yî li her derê Kurdistanê, bi protesto û çalakiyên xwe yên lanetkirina komployê ve nîşanî hemû cîhanê didin ku jiyana bê Rêber APO qebûl nakin.
Di vê çarçoveyê de ciwanên APO’yî yên ji Mêrdînê pankarta şermezarkirina komployê li ser rêya yek ji kolanên herî qelebalix ên navenda bajêr daliqandin. Pankarta ku wêneyê Rêber APO ser bû de bi nivîsa “Em Komployê Şermezar dikin, Bi Paradîgmaya Rêbertî Em Azad Dibin” hatibû nivîsandin.