KOBANÊ- Festîvala 5ʹemîn a Şehîd Bawer Agir a Ciwanan ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê li dar dixin, dest pê kir. Festîval li roja yekem bi bernameyên verzişî dest pê kir. Dê festîvala 2 rojan dewam bike.
Di festîvalê de hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Firatê Avaşîn Muslim axivî. Avaşîn şehîd Bawer Agir û rola wî di rêxistinkirina ciwanan de ji aliyên îdeolojî, çandî û rêxistinî heta bi gihandina wan a asta lîstina rola xwe di şoreş û civakê de bi bîr xistin.
Avaşîn got: “Şehîd Bawer ji werzîşê hez dikir. Roleke wî ya mezin di pêşxistina tevahî mecalan de hebû. Ciwan teşwîqî werzîşê dikirin. Ji bo pêşxistina werzîşê li kantonê gelek pêşniyarên wî hebûn. Ji lew re salane festîvala şehîd Bawer a werzîşê û çandê bi dema 2 rojan tê lidarxistin.”
Çalakiya roja yekemîn a fastîvalê bez û pêşbirka biskilêtan bû. Her wiha di çalakiyan de pêşbirkên werzîşê mîna kişk, fotbola jinên ciwan, hêza bedenî, maça fotbolê di navbera tîma Şemal û tîma Kobanê de hatin lidarxistin.
Wê festîval sibê bi bernameyên çandî berdewam bike.