NAVENDA NÛÇEYAN-
Vejîn AGIR Nivîsand…
Siyasetekî pir giran li ser ciwanan tê meşandin. Bi reya şerê taybet hewil didin li ser ciwanan encam bigrin û potansiyela wan ya aqtîf tevlî şoreşê bibin bişkênin, berbelav bikin. Dixwazin pêşiya ciwana bigrin da ku nekarin xwe nas bikin, xwe pêşbixin, zanebibin, hişyar bibin û bikevin nava tevgerên azadî û demokrasiyê.
Di heman wextî de bi şêweyekî din armanc girtina nasnameya mirov bi taybet ya ciwanan siyasetekî berfireh e. Armanca wê jî şikandina îradeya ciwana ye. Dixwazin bi rihê manewî hîskirinê de ciwanan lewaz bikin û bînin asta teslîmkariyê qebûl bikin. Pêre mezinkirina hêza xirabiyê, belavkirina rihê rawestinê di nava civakê de armanç dikin. Dixwazin dûrxistina ciwanan ji qada siyasetê, ji zemînê çareseriyên ji pirsgirêkên civakê re biafrîne qût bikin, bê bandor bihêlin. Ji ber ku dizanin hêza ciwanan ya motorîzebûn û aktîf rê nîşandana civakê heye. Vêna çiqas bi zanebûn, bê zanebûn be jî ciwan xwezayî pêktînin. Baş, yan xirab di asta xwe pêşxistin, zanebûn, bi perpirsiyarî pêşengtî kirin yan jî nekirin, ji çand û nirxên xwe xwedî derketin yan dûr ketinê re vê yekê jiyan dikin û didin jiyan kirin. Di wê wateyê de bi her tiştî ve girêdayî jiyan kirin û rola xwe di parastina nasname û mafên xwe de kûrbûn û tekoşîn dayîna ciwanan berpirsiyariyek girîng û mijarekî nebe nabe ye ji bo gelan.
Di aliyê din de jî dijmin hewil dide herdem ciwanan bi tiştên vala re mijûl bike da ku timî û timî çavgirtî bihêle. Dixwaze wan li hemberî dozên mezin yê ku divê naveroka lêgerînên wan bin, pêşeroja wan, civaka wan îfade dike bêxem bihêlin. Dixwazin bi sextekariyê rastiyan berovajî bikin û vegerînin siyasetê, bikin amura propaxanda ya xwe, bi vê reyê kar û xebatên xirab yên giran pêk bînin.
Ji ber ku pêşketina civakan bi wê radeyê ve girêdayî ye ku ew di enerjiya ciwanan de razemeniyê dikin û şiyana van civakan ku piştgirîya wan bikin da ku bibin pêşengên pêşerojê û karibin bigihêjin guhartinên erênî.
Her wiha dikarin roleke girîng di pêşxistina edalet û wekheviyê ya di nava civakê û di navbera civakan de û têkoşîna li dijî gendelî û neheqiyê bileyîzin. Ew dengê ku tê bihîstin temsîl dikin û daxwazên gel tînin ser ziman û ji bo bidestxistina wê dixebitin.
Her wiha ciwan dikarin bi xebatên xwebexş û tevlîbûna çalakiyên civakî û çandî beşdarî xurtkirina demokrasiyê bibin. Xwebexş ruhê neteweyî û aîdiyeta civakê bilind dike û di avakirina nifşek azad û berpirsiyar de dibe alîkar.
Her tiştên ku ji destpêkê ve me behsê kiriye, sosyolojiya ciwanan bi giştî û bi taybetî li herêmê Bakur û rojhilatê Sûriyê dihewîne. Bêguman wê di hemû warên jiyanê de astengî û zehmetî li pêşiya ramanên ciwanan hebin ji ber ku em sêzdeh salin heya roja îro di rewşeke şoreşê de dijîn ku berdewam dike. Encamên şoreşê derxistiye bêguman xwedan pîvan û bandorên erênî ne ku deriyên Jiyanê li pêşberî her ciwan û jineke ciwan vedike bi banga jiyana azad re. Lê belê heta radeya ku şoreş bû mifteya deriyên demokrasiyê û jiyana hevbeş li beramberî wê dijmin jî her kêlî li dijî fikrê ciwanan kar û xebat dimeşîne û bi taybet jî ciwanên tiyê azadiyê ne dike hedef.
Ji ber vê yekê divê çareseriya li beramberî van astengî û bîrdoziya dîktatorî ya otorîter wiha bibe;
Di serî de divê xala herî girîng ew be ku mirov xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr bike. Yê ku bi reya azadiyê hemû ciwanan ronî kir, di nav de girîngî daye ciwanan û di pêşxistina rola wan de di avakirina civak û neteweyan de ked û hewildanên Rêber Apo hene. Ji ber ku fikrên Rêber Apo li hemberî hemû astengî û kêşeyên li pêşiya ciwanan bûye çareseriya herî bi cewherî.
Di her warî de, madî û manevî girîngiyek mezin ji rêxistin û tevgerên ciwanan re hatiye dayîn. Rakirina daneşînên hişyarî û rûniştinên zanebûnê ji beşên ciwan re û girîngiya rola wan di avakirina civakeke pêşketî, azad û wekhev de di her alî de pêwîst e pêk bê.
Vekirina qadên xebatê ji bo ciwanan, da ku bibin beşa herî bi bandor a civakê di asta nebe nabe de ye.
Perwerdekirina ciwanan li ser bingeha projeya netewa demokratîk û avakirina civakekî exlaqî û polîtîk mijarekî pir girîng û ji demê re nehiştinê ye. Ji bo wê zêdekirina waneyên bîrdozî, danasîna dîrok û welat, pêre kûrkirina welatparêziyê divê bibe armancên sereke.
Bê guman, gelek fikir hene ku em dikarin bi saya wan di nava qeyrana heyî de bibin xwedî hêza çareseriyê. Em di wan fikir û felsefeyan de xwe kûr kirinê re, di ilm û projeyên Rêber Apo de xwe perwerde kirinê re û bi rihê ciwanên azad re civakek azad ava dikin.
Jêder: PAJK.org