NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên ku dixwazin ji bo tevlî “Mitînga Azadî Ji Bo Rêber APO” ya li Amedê bibin, li gelek bajaran hatin astengkirin. Li qadên kombûnê astengkirin tên protesto kirin.
Îro dê li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka Kurd, li Amedê “Mitînga Azadî Ji Bo Rêber APO” bê lidarxistin. Welatiyên dixwazin ji bajarên cuda bên Amedê û tevli mitîngê bibin, li gelek bajaran ji hêla polîsên dagirker ve hatin astengkirin.
DÊRSIM
Welatiyên dixwestin li Dêrsimê ber bi Amedê ve bên, li Truşmekê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyan li dijî astengkirinê bi kornoyên wesayîtên xwe xistin û polîs protesto kirin.
ŞIRNEX
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin.
RIHA
Li navçeya Karakopru ya Rihayê jî bi sedan welatî hatin gel hev û xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Lê belê partiyî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û welatî li bendê ne.
WAN
Li Wanê jî bi sedan kes li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev. Girseya ku parlamenter û hevşaredar jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên kurdî yên jinan balê dikişînin û gelek caran dirûşmên “Bîjî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” tên berzkirin. Coşa li parqê her ku diçe zêdetir dibe.
AMED
Welatiyên dixwestin ji navçeya Pîranê ya Amedê ber bi navendê ve bên jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin. Destûr nehate dayin wesayîtên li vir bi rê kevin. Welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê. Lê belê di derketina navçeyê de careke din hatin sekinandin. Welatiyên dixwazin tev li mitîngê hêj li wir disekinin.
DÎLOK
Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Satan, got: “Dilê me li Amedê ye.”
ÇEWLIG
DEM Partiyiyên ji Çewligê bi rê ketin jî li Kurudereyê hatin sekinandin. Koma ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku jî di nav de bû, bertek nîşan dan û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Berxwedana welatiyan didome.