NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên YCWK’ê yên Amedê piştî berxwedana gel danê êvarê li kolanên Amedê meşiyan.
Ciwanan dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” , “Nirxê me canê me APO ye Serokê me” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar selav” , “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” berz kirin.
Ciwanên ku di nava kolanên taxê demekî dirêj meşa xwe domandin, meş bi çepik û tilîliyan bi dawî kirin.