BEHDÎNAN- Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Xakurkê, Metîna û Garê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin. Di encama çalakiyan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin, droneyek hate xistin û mobesseyek hate îmhakirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
12’ê Cotmehê saet di 16:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi sekvaniyê li dagirkrean hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.
13’ê Cotmehê saet di 18:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 mayinên dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin îmhakirin.
13’ê Cotmehê saet di 22:44’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li kepçeyeke zirxî hate xistin.
Li Herêma Xakurkê;
14’ê Cotmehê saet di 07:30’î de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, kamerayeke mobesse hate îmhakirin.
Li Herêma Metînayê;
10’ê Cotmehê saet di 21:20’î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi çekên ferdî li kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate xistin.
Li Herêma Garê;
13’ê Cotmehê saet di 11:00 de li qada Spîndarê droneyeke bi tîpa Mînî Bayraktar a dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate xistin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
11’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar carekê bi droneyên bomberbarkirî hatin bombekirin.
12’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
10, 12 û 13’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
10, 11, 12 û 13’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Kendekola, Xinêreya Jor, Berbizinê 7 caran, li Herêma Garê qadên Şiyê, Girê Zengil, Deriyê Hirçê, Rêbînê, Deşta Kafya, Dola Mêranê, Sêdarê, Sîser, Dêreşê, Spîndarê 13 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Bahar 5 caran, li Herêma Qendîlê qada Bêpalan 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê û Bêşîlî 5 caran; bi giştî 32 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
10, 12 û 13’ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 13 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metîna 21 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 15 caran; bi giştî 49 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.”