TEPQA-Nivîsgeha Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê dewreyek li ser lênihêrîn û domandina bernematiya mobîlê ji bo ciwanan da destpêkirin.
Duh danê nîvro, Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê dewreyek lênêrînê û bernameyê ya telefonan li nivîsgeha Perwerdeya Pîşeyî ya li navenda Encûmena Werzîşê vekir.
serokê desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed El-Elî gotarek pêşkêş kir û tê de bi xêrhatina hemû beşdaran kir û tekezî li ser piştgirîya rola ciwan û xurtkirina çalakîyên wan ji bo dabînkirina derfetên kar, kir.
Bi beşdariya 30 ciwanên Kantona Tebqayê, li ser destê rahênerên pispor di vî warî de, li ser 15 rojan, her roj bi du saetan, fêrî lênêrînê û bermaneya telefonê dibin.
Ev dewre bi mebesta bilindkirina asta şiyana ciwanan, bi xwebawerkirina wan û pêşxistina ezmûnên wan ji bo peydakirina derfetên kar ji wan re û vekirina projeyên xwe di vî warî de pêk hat.