HALEP- Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin” pêşangeheke wêne û pirtûkên Rêber APO vekir. Pêşangeh li Hola Telet Heleb a taxa Şêxmeqsûdê bi amadebûna şêniyên taxê, nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên jinan hat vekirin.
43 wêneyên Rêber APO û gotinên wî bi zimanên kurdî li ser tabloyan hatin nivîsandin û 70 pirtûkên wî hatin pêşandan.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Yûsif axivî û diyar kir ku Komploya Navnteweyî ya li dijî Rêber APO bi bin ket û got: “Bi milyonan gel û ciwan li ser fikrên azad ên Rêbertî dimeşin.”
Ronahî bal kişand ser berxwedana Rêber APO a li hemberî pergala qirkirin û îşkenceyê û wiha domand: “Rêbertî bi ramênên xwe yên ronak û analîzkirina sedemên komployê, komplo li komplogeran zivirand. Belavbûna ramanên wî yên azad jî îsbata pûçbûna komployê ye.”
Piştre sînevîzyonek li ser qonaxên komployê û hêrsa gel a li hemberî wê hat pêşandan.