NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Beyoglû ya Stenbolê wesayîteke faşîstan şewitandin. Di çalakiya ku di 13’ê Cotmehê de hat lidarxistin de wesayît ax bû.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji yekîneyên me yên YCWK Stenbol/Beyoglû çalakiya şewitandina wesayîtan!
Di çarçoveya Pêngava ‘Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin’, êvara 13’ê Cotmehê li navçeya Beyoglû ya Stenbolê wesayîta kesekî ku bi dewleta faşîst a Tirk re hevkarî dikir, şewitandin. Em diyar dikin ku ji bo şikandina tecrîd û îşkenceya Îmraliyê em ê li qadan bin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku van çalakiyan berfireh bikin.