DIRBÊSİYÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li bajarê Dirbêsiyê, dewreyekî perwerdê vekir.
Dewreya ku bi armanca naskirina rastiya Rêber APO ve hatiye vekirin de jinên ciwan li ser jiyan û tekoşîna Rêber APO de bîranîn û nivîsan dixwînin û dîmenan temaşe dikin. Bi taybet tekoşîna Rêber APO ji bo azadiya jinê û pergala metînger û qirker a Îmraliyê ku Rêber APO tê de rehîne ye, ji bo jinên ciwan dibe mijara meraqê.
Perwerdeya ku wê 7 rojan bidome de jinên ciwan îro çûne baxçeyekî xwezayî û çalakiya “Bîranînên Bi Rojê Re” lidarxistin. Jinên ciwan despêkê broşûra di derbarê “Pergala Îmraliyê” de hatibû amade kirin xwendin. Piştî vê dîmenên Rêber APO yên jiyanî hate temaşe kirin. Xwezayîbûna Rêber APO û tekîliyê Wî yê jiyanî bandorek mezin li ser jinên ciwan kir.
Dîmenê “Bîranînên Bi Rojê Re” ku tê de bîranînên gelek bibandor yên Rêber APO heye bi alaqeyekî mezin hat temaşe kirin. Piştre Jinên ciwan tevlî pêşbirka pirsan li ser jiyana Rêber APO bûn. Di pêşbirkê de pirsên li ser jiyan û tekoşîna Rêber APO hatin kirin. Dû tîm hatin çekirin, her car tîmekê bersiv da pirsan. Dema tîmek bersiva pirsa nizane an jî şaş bersiv dide balonên bi avê li ser serî wan de tên teqandin. Jinên ciwan bi coş û moralekê mezin tevlî pêşbirkê bûn.
Li dû wê hemû jinên ciwan ji bo Rêber APO nameyê xwe nivîsandin. Di nameyên xwe de hêstên xwe li beramberî Rêber APO anîn ziman. Piştî nivîsandina nameyan her jinekî ciwan stranê ku berî amade kiribû got û bername bi coşekî mezin dawî bû.