AMÛDÊ-Bi armanca dabînkirina çûn û hatina xwendekarên zanîngeha Rojava ya navçeya Amûdê, duh Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê bi 200 xwendekaran re li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (P.Y.D.) civînek li dar xist.
Beriya hevdîtina bi xwendekaran re, rayedar bi ajokaran re hevdîtin kirin da ku prosedurên pêwîst hevrêz bikin.
Di civînê de li ser van xalan lihevkirin derket:
– Bi bihayê 535 lîreya Sûrî ji bo ajokaran miqdarek mazotê peyda dike.
– Tesbîtkirina buhayên çûyin û hatinê mihane ji bo xwendekaran, ku lêçûna veguhestinê ji bajarê Amûdê 250 hezar lîreyên sûrî ye, ji Cewheriye, Topez û Sincaqê 300 hezar lîreyên sûrî û ji bajarokê Çaxir Bazar 400 hezar lîreyên sûrî ye.
Hêjayî gotinê ye ku bilindbûna bihayên veguheztinê yek ji kêşeyên herî girîng ên ku xwendekar di rêwîtiya xwe ya perwerdehiyê de dibînin.
Îsal zêdetirî 200 xwendekarên bajarê Amûdê ji bo berdewamkirina xwendina xwe li peymangeh û fakulteyên zanîngeha Rojava ber bi bajarê Qamişlo ve diçin.