TEBQA – Ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan li kantona Tebqayê li ser mijarên tundiya li ser jinan û zewaca temenbiçûk ji bo zarokên dibistanê rêze semînerên hişyariyê hat li dar xistin.
Ev rêze pênc waneyên ku li Dibistana El-Muhadese ji bo xwendekarên zarokên keç ên dibistana navîn hatine lidarxistin, pêk tê.
Di rêze semînerê de di derbarê şîdeta li ser jinê, zihniyeta desthilatdar a mêr û zewaca di temenê biçûk de ravekirinên berfireh hatin pêşkêşkirin , sînevizyonên ku li ser tundiyê û zewaca temen biçûk vedibêje jî, hatin pêşkêşkirin.
Her wiha derfet hat dayîn ku xwendekaran jî nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin, ji ber ku di nîqaşên berfireh de ji bo kêmkirina van diyardeyan têkiliyeke mezin a xwendekarên jin hate dîtin.
Ev însiyatîf di çarçoveya zêdekirina hişmendiya li ser girîngiya mafên jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî tê.