NAVENDA NUÇEYAN- Hîwa AZAD nivisand…
Carna biryarek, kiryarek, gotinek, stranek an jî şiîrek mohra xwe li dîrokê dide û rewşa hatiye jiyankirin pir baştir bi mirovan dide naskirin û famkirin. Ji bo naskirina hinek bûyeran pêwîst nake bi sedan rûpel kitab bên xwendin an jî nivisandin! Dîrok dema em bi bîr tînin zindî dibe, dema em ji bîr bikin dimire! Ji ber vê yekê şoreşgerên Kurdistanê dibêjin “jibîrkirin îxanete.”
PDK’ê li Hewlêrê di 16’ê Gulana 1997an de êrîşî navendên hereketa azadiyê û nexweşxaneya birîndarên PKK’ê lê dimîne kiribû û di encamê de ji 70’yî zêdetir şoreşgerên Kurdistanê hatibûn qetilkirin. Hozan Serhat bi çêkirin û gotina strana “Hewlêrê” îxaneta PDK’ê raxist ber çavan, guh, dil û mêjiyê kurdan bi kîna li dijî îxanetê tijî kir. Heta “strana Hewlêrê” were gotin îxaneta ku PDK’ê li gelê Kurd kiriye nayê jibîrkirin.
Hewlêra ku bi alîkariya kujerê kurdan Saddam Husên û rejîma Baasê hatibû dagirkirin bê gûman nedibû bajarekî şoreşger û nedibû hêlîna kurdên welatparêz. Bajarê ku bi îxaneta PDK’ê ji destê kurdên niştimanperwer hatibû girtin tenê dikarîbû bibûya hêlîna xiyanetê. Hewlêra ku bi îxanetê hatibû dagirkirin ancax bi berdewamkirina îxanetê dikarîbû di destê PDK’de bimîne…
Mixabin wisa jî lê hat. PDK’ê bi salane Hewlêr kiriye paytexta îxanetê li dijî kurdan. Dagirkerên Kurdistanê bi alîkariya malbata Barzaniyan û hukumeta PDK’ê Hewlêr kirine Navenda têkbirina şoreşên Kurdistanê. Deşt û çiyayên Başûr di bin postalên dagirkeriyê de hatine hiştin.
Li Başurê Kurdistanê amedekariyên hilbijartinên parlamentoyê ya ku di 20’ê Cotmehê werin kirin temam bûne. Dema ji bo propagandaya hilbijartinê hatibû diyarkirin qediya. Di propagandayên hilbijartinê de PDK’ê ji gel dixwest, ji bo “yek hukumet, yek parlamen, yek herem, yek hêzên pêşmerge,” deng bidin PDK’ê. Bi rastî ev dirûşmeyeke sexte û xapandineke mezine. Dirûşma PDK’ê dişibe dirûşmeya Erdoxan a “yek al, yek milet, yek dewlet, yek ziman.” Ji ber ku zihniyet û aqlê wan wek hev e, zimanê propaganda û dirûşmê wan jî dişibin hev. “Mirov dişibe hevalê xwe.”
Herkes dizane bi salane parlamentoya Başûrê Kurdistanê di bin xizmeta malbata Barzaniyan de ye. Hemû hêza siyasî, eskerî, emnî, îstîxbarî, aborî û hwd di deste PDK’ê de ye. Belayên ku PDK’ê bi serê gelê Kurdistanê de anîn, ne ji ber kêmbûna desthilatdariyê, berovajî, ji ber avakirina sîstema yekdestî, malbatî, dizîna pereyan, hukumeta îstîxbarî-polîsî, û pêwendî çekirina bi dagirkerên Kurdistanê re bûn.
PDK’ê petrola Kurdistanê xist bin xizmeta dewleta dagirker a Tirkiye yê. Ev bi belgeyan hatine ispatkirin. Dewleta Iraqê bi biryarên mahkemeya federal şandina petrolê ji Tirkiyê re da rawestandin. PDK’ê bi pereyên ji petrolê dihat alîkariya dewleta dagirker a tirk dikir da ku bi pereyên petrola kurdan hereketa azadiya Kurdistanê bifetisîne.
Propagandaya PDK’ê li ser derewan, xapandina gel û manîpulasyonê hatibû avakirin. Manîpulasyonekî wisa dikirin ku wekî ku yên îxanet li Kurdistanê kiriye ne ew bin!
Wekî ku yê dagirker anîbin ser axa Kurdistanê ne ew bin!
Wekî ku her roj şoreşgerên kurdan qetil dikin ne ew bin!
Wekî ku yên kempa Mexmûrê dorpêçkirine û bi rêya sîxuran gele kampê dide bombebarankirin ne ew bin!
Wekî ku yên Kerkuk firotin ne ew bin!
Wekî ku yên ji ber Daîşê reviyan û gelê Şengalê bi qirkirineke mezin re rûbirû hişt ne ew bin!
Wekî ku yên niha li Başûrê Kurdistanê desthilat ne ew bin!
Hûn kê dixapînin?
Diyare PDK di dema şîrîkatiya xwe ya bi AKP-MHP û Erdoxan re gelek tiştan fêr bûye! Hem desthilatdariyeke dîktatoranê dimeşînin, nahêlîn gel, bîr û rayên cûda nefes bigirin, hem jî di dema hilbijartinan de wek opozîsyon tevdigerin. Ji ber kiryarên xwe yên faşil, derdora xwe tawanbar dikin. Di pendekî kurdî de ji vê rewşê re dibêjin “Kino navê te limino.”
Diyare vê carê rewşa PDK’ê ne başe. Êdî bi derewan nikarin gelê kurd bixapînin. Bi guhertina yasayên hilbijartinê re kontrolkirina dengan ji ber ku ji destê PDK’ê derketiye. Ev PDK’ê ditirsîne. Dibe ku vê carê li Hewlêrê wenda bikin. YNK yekem care qalibê xwe dişkîne û li Hewlêr û Dihokê dengê xwe bilind dike.
Nerazîbûna gelê Başûr li dijî hukumranî û îxaneta PDK’ê pir zede bûye. Eger vîna gel bi rastî bikeve nav sindoqên hibijartinê, vê carê wê demokrasi, azadî û welatparêzî bi serbikeve.
Em bi strana Şehît Serhat nivîsê bi dawî bikin.
“Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildane
Qelayê berxwedanê
Hêlîna şehîdane
Hêlîna egîdane Hewlêr”
Çavkani: Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê