NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Eylem Stêrk a ku di êrîşa hewayî ya li Elkê de şehîd bibû, piştî 79 rojan radestî malbata wê hate kirin.
Gerîlaya YJA Starê Eylem Stêrk li navçeya Hezex a Şirnexê spartin axê. Cenazeyê Eylem Stêrk a ku di êrîşa hewayî ya 31’ê Tîrmehê ya li Gundê Bilbêsê yê navçeya Elkê (Beytûşşebap) de şehîd bibû, 79 roj piştî maça DNA’yê radestî malbata wê hat kirin. Malbatê cenazeyê ku li goristana bêkesan a Şirnexê hate definkirin wergirtin û anîn Goristana Şêx Hesen a Hezexê.
CENAZE JI ALIYÊ JINAN VE HAT RAKIRIN
Jinan cenazeyê Stêrk birin goristanê û li ber deriyê goristanê rakirin ser milan. Jinan cenaze li vir bi dirûşme û tililiyan spartin axê.