PARÎS- Ciwanên di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” konsera ku li Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat lidarxistin, bi meşekê beşdar bûn.
Di meşa ku bi pêşengiya TCŞ’ê de hat li darxistin de pankarta “Ciwan Fedayê Rêber APO ye” û posterên Rêber APO hatin rakirin. Ciwan bi qîrîna dirûşmên “Ciwan Fedayê Rêber APO ne”, “Bijî Serok APO” û “PKK gel e gel li vir e” ketin qada konserê.
Ciwanên Kurd ku di konserê de bi dirûşmeyên xwe reng li qadan dan, moralek mezin dan gelê Kurdistanê û dostên wan.