ST GALLEN – Li bajarê ST Gallen ê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ji bo Endamê Komalen Ciwan Hogir Botan û Gerîlayên HPG’ê Rûstem Serhad û Andok Tolhildan ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, çalakiyek bibîranînê hate lidarxistin.
Kurdistanî û malbatên şehîdan danê êvarê saet di 18:00 de li ST Gallen DKTM (Navenda Civaka Kurd a Demokratîk) tevlî bîranînê bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
‘EM Ê TÊKOŞÎNA ŞEHÎDÊN XWE BI SERKEFTINÊ BIKIN’
Di çalakiya bîranînê de li ser navê KOMAW’ê Mustafa Karahan axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîdan. Karahan di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona welatparêzên Kurdistanê di hembêzkirina têkoşîna şehîdan de û got, “Pêwîste mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, serkeftinê bînin. Pêwîste îro em têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî dewleta Tirk a dagirker û qirker li berxwe didin, hembêz bikin. Ger em îro behsa Kurdistanê dikin, yên ku bingehê vê yekê didin şehîdên me ne. Ji ber vê yekê piştgirîkirina şehîdên me tê wateya piştgirîkirina Rêber APO û Kurdistanê.”
Karahan axaftina xwe bi dirûşmeyên Şehîd Namirin bi dawî kir.
‘Şehîd MÎNAKÊN ME YA HERÎ MEZIN’
Endamê Konseya KCDK-E Mehmet Aslan di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker û qirker li ser ciwanên Kurdistanê dimeşîne. Aslan di axaftina xwe de got, “Rêber APO 26 sal in têkoşîna xwe bênavber didomîne. Li hemberî hemû polîtîkayên mêtinger ên dewleta Tirk a dagirker û qirker yek gav jî paşve navêje. Ciwanên Kurd îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê ku ji Rêber APO wergirtine rûmeta xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk diparêzin. Yên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne ji bo me mînakên herî mezin in. Ji bo me mînak girtina şehîdan ferz e. Îro li çar parçeyên Kurdistanê her cure polîtîkayên şerê taybet tê meşandin da ku ciwanên Kurd xera bikin û nehêlin hebûna xwe îfade bikin. Têkbirina polîtîkayên şerê taybet hembêzkirina têkoşîna şehîdan e. Parastina azadiya fîzîkî ya Rêber APO tê wateya şopandina rêya şehîdan.”
“EM SOZ DIKE ku EM Ê BI SERKEFTINÊ BI SERKEFTIN DAWÎ TÊKOŞÎNA ŞEHÎDAN BIDIN”
Di çalakiya bîranînê de li ser navê TCŞ’ê Agir Serhed axaftinek kir. “Berî her tiştî ez berxwedana destanî ya Rêber APO silav dikim. Ez careke din soza xwe nû dikim ku heta mîrateya ku şehîdan ji me re hiştine bi serketinê tacîdar bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Şehîd ji bo me çavkaniya herî mezin a jiyana me ne. Şehîd ew kes in ku em ê herî zêde di jiyanê de minak bigrin. Ez careke din hemû şehîdên şoreşgerên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO û hembêz kirina têkoşîna şehîdan de rol û mîsyoneke me ya ciwanên Kurdistanê heye. Ji van rol û mîsyonên herî girîng jî misogerkirina têkoşîna şehîdan û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Ev erkên me yên herî mezin in. Li dijî polîtîkayên Şerê Taybet ên li qada Ewropa û li çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin divê em têkoşîneke rêxistinkirî bidin meşandin. Tenê li ser vê bingehê em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin û têkoşîna şehîdan hembêz bikin. Ez careke din diyar dikim ku heta têkoşîna şehîdên me bi ser nekeve em ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin.”
Piştî axaftinan nirxandina Rêber APO ya li ser şehîdan û sînevîzyona ku têkoşina şehîdan nîşan dide hate pêşkêşkirin.
Çalakiya bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.